Piştî ku Amerîka û Îranê êrîşên xwe sê rojan li pey hev rawestandin, îro Duşemê bihayê petrola xav a Brent a navneteweyî dadikeve û borsayên cîhanî bilind dibin.
Derbarê vê rewşê, Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku Îran dixwaze danûstandinan dîsa dest pê bike. Wî herwiha got ku navbeynkar hewl didin da ku Amerîka û Îran dîsa dest bi danûstandinan bikin.
Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Mike Waltz roja Yekşemê ji kanala Fox Newsê re got ku Serok Trump ji bo danûstandinên bi Îranê re "derfeteke sînordar" dide.
Piştî van pêşveçûnan, bihayê petrola xav a Brent ji rêjeya 7% heta 8% daket û bi $87 dolaran ji bo bermîlekê di bazarê de hat firotin.
Bihayê petrola xav a West Texas Intermediate a Amerîkayê jî gihîşt $84 dolaran ji bo bermîlekê.
Van guhertinên siyasî rasterast bandor li ser borsayan jî kir.
Borsayên Ewropa û Asyayê nêzîkî 1% heta 2% bilind bûn. Borsayên Amerîkayê jî bilind bûn: Dow Jones nêzîkî 0.97%, Nasdaq 0.59% û S&P 500 jî 0.41% bilindtir bûn.