Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

14 Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ya Tirkîyê Hatin Berdan


Doza 22 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî, ku bi "propagandaya rêxistina terorî" tên tawanbar kirin, îro li Stenbolê hate kirin û 14 xwenekarên girtî hatin azad kirin.

Komeke xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî, di 19'ê Adarê de, piştî ku artêşa Tirkîyê ketibû Efrînê, bi pankarta "Loqima Efrînê" loqim belav kiribû.

Komeke xwendekarên din yên aştîxwaz jî nerazîbûna xwe dîyar kiribû û bi pankarta "Loqima Komkujî û Dagirkerî Nabe" ew protesto kiribûn.

22 xwendekarên ji wê komê, ji alîyê polîsan ve hatibûn desteser kirin û 14 ji wan hatibûn girtin û ji zindanê re hatibûn xistin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di axaftineke xwe de gotinên tund li xwendekarên aştîxwaz kiribû û gotibû ku ewê mafên xwendinê ji wan bistînin.

XS
SM
MD
LG