Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Prof. Dr. Hamît Bozarslan Konferansa Salên 90’î li Kurdistanê Dinirxîne


Di 26 û 27’ê Nîsanê li Stenbolê konferanseke taybet ya bi navê ‘Di Salên 90’î de Kurd û Kurdistan’ hate kirin.

Konferans bi hevkarîya Civata Çand û Ramanê ya Zanîngeha Bîlgî, Kovara Toplum Kuram û Koma Xebatên Kurdî ya Zanîngeha Bîlgî hate amade kirin.
Soyolog û dîrokzan Dr. Hamît Bozarslan jî yek ji beşdarên vê konferansê bû.
Birêz Bozarslan di axaftina xwe ya konferansê de bûyer û pêşveçûnên salên 1990’î li Kurdistanê nirxandin ku bandora wan li ser serdema niha jî dikin.
Akademîsyenê Kurd ji Dengê Amerîka re behsa axaftina xwe û nêrînên xwe yên ser konferansê kir.

"Salên 90’î her çiqas wekî salên tarî û nexweş tên bîranîn jî, piştî wan salan Kurdan di warê rewşenbirî, sîyasî û akademî de xwe pêş xistine."

Bozarslan da zanîn, jiber zêdebûna derfetên ragihandinê van salên dawî Kurdên parçeyên din nêzî hev bûne û rejîmên mîna Îranê girtî jî, nikarin pêşîyê lê bigirin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:28 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG