Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bozdag Dibêje Ewê ji Hemî Berpirsên ji Wêranîya Erdhejê Heseb Bixwazin


Bajarê Antakya
Bajarê Antakya

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekîr Bozdag îro Pêncşemê got ku her kî ku di wêranîya erdhejan de berpirsîya wan hebin, ewê hesab ji wan kesan bipirsin.

“Bila kî be bila be, hemî kesên ku di erdhejê de berpirsîya wan hebin, emê ser wan de herin û ewê li pêş dadgehê hesab bidin.”

Bozdag da zanîn ku hejmara kesên ku dijî wan lêpirsîn yan doz têne vekirin, roj bi roj zêdetir dibe.

Opozîyona Tirkîyê rexneyên giran li hikûmetê dike ku tevî hişyarîyên zanist û pisporan, welêt ji erdhejekê re amade nekiriye û piştî erdhejan jî bersîvdaneke karîger û bi bandor nedaye.

Hikûmeta Tirkîyê van rexneyan bi tundî red dike û Dibêje ku felaketeke wiha mezin zû zû nayên dîtin û ew hemî tiştên pêkan dikin ku alîkarîya mexdurên erdhejê bikin.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG