Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

BP: Heta Niha 1.25 Milyar Dollar Hatîne Xerc Kirin ji bo Rawestandina Lêçona Pitrolê


Kompanîya pitrolê ya Brîtanî BP ragehand ku wê heta niha Milyarek û 25 milyon dollar xerc kirine di hewlên rawestandina lêçona pitrolê de li Kendavê Meksîko û paqij kirina paşmaya wê li dû xwe hêlay.

Roja dûşem kompanîyê got ji bilî wî parey kompanîyê 360 milyon dollarên dî jî terxan kirine bo pirojeyê nexşe kirî bo ava kirina berbendên devava bo parastina kenarên Louisiana ji pitrola rijyay.

Kompanîya mezina pitrolê dibêjit li sê rojên girtina serê bîra wêranbûyî ya Kendavê Meksîko, wan şiyaye 16. 600 bermîlên neftê lihev kombikin.

karbidest texmîn dikin ku nêzîkî 19,000 birmîlên pitrolê her rojekê ji bîrê di rijyan.

BP dibêjit wê libere serderê diwê danin li heftîya bêt ku dî pitir pitrola ji bîrê dirijt kombiket.



XS
SM
MD
LG