Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya ji Îranê re Dibêje Pêguherîna Keştîyan Ne Pêkan E


Dominic Raab
Dominic Raab

Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab îro Pêncşemê ragihand ku pêguherîna keştîya nefthilgir ya Brîtanî ya destê Îranê û gemîya Îranî ya destê Brîtanya ne pêkan e.

Hêzên Brîtanî di çarçoveya binpêkirina toleyên ser Sûrîyê de, li Cebîtariq dest dînabû ser keştîya nefthilgir ya Îranî û Tehranê jî li Tengava Hurmuzê dest danabû ser gemîya Brîtanî.

Raab got ku divê Îran keştîya bi ala Brîtanî, ku bi awayekî neqanûnî dest danîye ser, demûdest vegerîne.

“Emê pêguherîna keştîyan nekin jiber ku yek bi qanûnî û ya din jî bi neqanûnî hatiye girtin. Ger hinekan dijî qanûnên navnetewî dest danîye ser gemîya bi ala Brîtanî, divê ew dawî li wê yekê bînin,” Raab li Bangkokê got.

Hikûmeta Brîtanî Duşemê bang li Îranê kiribû ku keştîya wê vegerîne û rêz li qanûnên navnetewî bigire.

Komandayên Îranî di 19’ê Tîrmehê de, li Tengava Hurmuzê dest danîbû gemîya petrolê ya Brîtanî ya bi navê Stene Impero, ku ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî diçû Erebistana Saudî.

Îranê gotibû ku komandoyên wê bi sedema ku ew keştî hiqûqa deryavanî şikandiye, dest danîye ser wê.

XS
SM
MD
LG