Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Wê Du Testên Nû yên Korona Bixebitîne


Wezîrê Saxlemîyê ya Brîtanya Matt Hancock
Wezîrê Saxlemîyê ya Brîtanya Matt Hancock

Hikûmeta Brîtanya ragihand ku ewê dest bi karanîna testên vîrusa korona yên ku di nav 90 deqeyan de encam didin.

Hikûmetê got ku her du testên li Brîtanya hatine çekirin ji destpêka hefteya pêş ve, dê ji nexweşxaneyan, navendên lênerînan û ji laboratuaran re were şandin.

Hikûmet herwiha dibêje ku ewê ev testana alîkarîya karmendên bijîşki bikin da ku cudatîya di navbera COVID-19 û vîrusên din yên demsalî destnîşan bikin.

Wezîrê Saxlemîyê ya Brîtanya Matt Hancock îro Duşemê ragihand ku ev testana dema ku ew ber bi zivistanê diçin. “v test dê gelek kêrhatî bin ku bi vî şêwazî ewê nexweş bikaribin şîretên rast bişopînin da ku xwe û kesên din biparêzin.”

Yek ji testan ku ji hêla Oxford Nanopore ve hatiye çêkirin, nimûneyên darê piçûk ya bi pemû û xwezîyê analîz dike.

Ya din testek DNA ye ku alaveke kompanîya navdar London DnaNudge bi kar tîne ku encaman, bê pêdivîya nimûneyên bişîne laboratuarê, xuya bike.

Hikûmetê dîyar kir ku bi hezaran alav dê di meha Îlonê de ji nexweşxaneyan re were şandin.

XS
SM
MD
LG