Wezîrê Saxlemîya Brîtanya Matt Hancock îro Şemîyê dîyar kir ku nîvê kesên li welêt herî kêm derzîyeke vaksîna COVID-19 wergrtine.
Hevdem, Hancock ragihand ku Brîtanya di çarçoveya nexşerê ya xwe de ber bi sistkirina tedbîr û qedexeayan pêşve diçe.
Wezîr Matt Hancock di derbarê rewşa pandemîya vîrusa korona ya Brîtanyayê de ji televîzyona SKY News re axifi.
"Ti nîşan tune ye ku emê bi rengekî ku di nexşerêyê de hatîye destnîşankirin, pêşveçûnê nikaribin pêk bînin," Hancock got.
Li ser pirsa gefên pêla sêya ya bûyerên COVID-19 yên li Ewrupa û jibo Brîtanya tê çi wateyê, Hancock got ku hikûmet dê bo welat hişyar û amade be.
Bi sedema ku pêketinên li Ewrupa zêde dibin, dibe ku plansazîya
Brîtanya ku jinûve destpêkirina rêwîtiyê ya 17'ê Gulanê biguherîne.
Hancock da zanîn ku hikûmet dê ser destpêkirina rêwîtiyê de di 12'ê Nîsanê de bêtir agahdarîyan dîyar bike.
Wî, bi vê şîroveyê piştrast kir ku biryara bo rêwîtiyê di nava çen hefteyan de bide, na niha.
"Emê li rêjeyên hem li vir û hem jî li derveyî welat û bandora cûreyên nû yên vîrusê binêrin da ku fam bikin ka girtina vê biryarê ewledar e," wî got.