Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Cezayên Aborî û Bazirganî yên li ser Îranê Zêde Dike

Hikûmeta Brîtanyayê îro Sêşemê 8ê Îlonê qanûnek nû weşand ku li gor wê qanûnê rê dide welêt daku cezayên girantir li ser rejîma Îranê ferz bike.

Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê ji bo Wezareta Derve Stephen Doughty daxuyanîyek belav kir û got ku ev biryar, “pêngavên me yên ji bo rawestandin û sinordarkirina armancên navokî yên Îranê xurttir dikin.”

Hikûmeta Brîtanyayê ev pêngav wekî beşek ji xebatên berfireh nîşan da ku armanc jê ewe ku rêgiriyê li pêşxistina bernameya navokî ya Îranê bike û “çalakîyên wê yên xirabker” rawestîne.

Li gor biryarên nû, destûr nayê dan ku rejîma Îranê sîstema aborî ya Brîtanyayê bikar bîne.

Herwiha qedexeya bazirganîyê ya li ser teknolojî û xizmetan tê berfirehkirin û ji bilî rewşên awarte, hatina firokên Îranê bo Brîtanyayê jî tê qedexekirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG