Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Boris Johnson Bo Peymananke bi YE re Soza Lêgera Her Rêyê Dide


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson
Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Şemiyê ji Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re got ku, Brîtanya dê bi armanca avakirina peymaneke bazirganî ya bi Yekîtîya Ewrupa her rêyê bikar bîne, lê bo çareserîya valahiyên girîng pêwîste ye ku di rojên pêş de, pêşkeftin were kirin.

Johnson jibo lihevkirineke, hilcivîna Yekîtîya Ewrupa ya di 15'ê Cotmehê, wek dema herî dawî diyar kir.

Yekîtîya Ewrupa jî berîya ku bi Brîtanya re bikeve qonaxa dawîn ya danûstandinan li derfeta çend xalên bo berjewendîyên xwe din daxwaz dike.

Ofîsa Serokwezîr Boris Johnson, bi daxuyanîyeke axaftina di navbera her de rêberan ya bi rêya telefonê weşand û ragihand ku Johnson soza Brîtanya ya bo vekolîna her rêkê da ku bigihîje peymaneke, piştrast kir.

"Serokwezîr balkişand ku bo çareserîya valahîyên girîng, bi taybet jî di qadên masîvanî û asta mijarên din de, bi pêvajoya gotûbêjên xurt yên di navbera Danûstandinerên Berpirs re, pêwîste ye ku di rojên pêş d pêşkeftin çê bibin, “ dî daxuyanîyê hat ragihand.

Johnson ji Macron re daye zanîn ku Brîtanya peymanek dixwaze, lê ne bi çi bihayê be.

"Wî destnîşan kir ku lihevkirinek jibo her du alîyan baştir e, lê di heman demê de heke peymanek neyê dîtin Brîtanya amade ye ku, bi şert û mercên şêwaza Avustralya pevajoya dema veguhestinê bidawî bike," ofîsa Johnson got.

Hejayê balkişandinê ye ku du Danûstandinerên Berpirs yên sereke, ji YE Michel Barnier û ji Brîtanya David Frost, dibêjin ku berîya giheştina dawîya dema dîyarkirî ya 15'ê Cotmehê, ew ber bi peymaneke ne, lê wan valahîyên girîng yên ku mayînin, destnîşan nekirin.


XS
SM
MD
LG