Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya bi Kenedayê re Peymaneke Bazirganî Îmze Dike


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson
Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson

Brîtanya îro Şemîyê bi bi Keneda re peymanek bazirganî ya demdar îmza kir.

Dema ku danûstandinerên peyvajoya Brexitê jibo hazirîyên jiyana li derveyî Yekîtîya Ewrupa dilezînin ku têkilîyên bazirganîya çîmento were ava kirin, ev peymana dudya ya mezin e ku Brîtanya ava dike.

Dema ku Brîtanya di Çileyê de bi fermî ji YE vekişiya, ew di dewra veguhêz de ku biryar e 31'ê Çileyê bidawî bibe bi welatên din re di bin banê blokê de bazirganiyê dike.

Brîtanya bi destpêka meha Çile ya 2021'an bi fermî ji Yekîtîya Ewrupa vedikişe, lê hevdem, ew di dema veguhêz de ku tê plankirin ku 31'ê Berfenbarê de bidawî bibe de, bi welatên din YE re bazirganî yê didomîne.

Bêyî rêzek peymanên nû yên dualî, dibe ku bazirganîya Brîtanya ya bi welatên cîhanê re jiber astengîyên wekî bac û karên fermî yên zêde, dijwar be.

Hikûmeta Brîtanya dibêje, peymana demdar jibo avakirina peymaneke nû ya bazirganîyê ya navbera Brîtanya û Keneda rê li ber danûstandinên pêşerojê vedike.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson di daxuyanîya ser peymanê de ragihand ku ev jibo Brîtanya peymanek pir baş e ku bazirganîya trans-Atlantîk bi yek ji hevalbendên wanên herî nêz re misoger dike.

Herwiha Johnson bi berdewamî dîyar kir ku karsazên Brîtanî her ji elektrîka bo otomobîlan bigire heya şerabê, her tiştî difroşin Kenedayê, û danûstendina îro dê piştrast bike ku bazirganî pirtir berfireh û xurtir dibe.

"Danûstandinerên me ji bo ewlehîya peymanên bazirganî yên bo Brîtanya dixebitin, û ji destpêka sala bê ve ,me pejirand ku em dest bi xebata peymanek nû ya bazirganî ya bi Keneda re bikin ku dê hîn zêdetir hewcedarîyên aborîya me dabîn bike," Johnson got.

Peymana bi Keneda re, piştî meha borî di navbera Brîtanya û Japonya ku bi piranî peymanên bazirganî yên heyî dubare kir, hate îmza kirin.



XS
SM
MD
LG