Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Brîtanî Hamasê Qedexe Dike


Wezîra Karên Navxwe ya Brîtanya Priti Patel
Wezîra Karên Navxwe ya Brîtanya Priti Patel

Wezîra Karên Navxwe ya Brîtanya Priti Patel îro Înîyê dîyar kir wê koma milîtanên Fîlîstînî Hamas qedexe kiriye.

Patel got ku armanca wan ew e ku helwesta Brîtanya ya dijî desthilatdarên Gazeyê bi Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) wekhev bike.

"Hamas xwedî kanînên terorîstî yên girîng e, di nav de gihîştina çekên berfireh û pêşketî, û herwiha navendên perwerdekirina terorîstan jî," Patel got.

Patel dîyar kir ku jiber vê yekê wê bo bi temamî qedexekirina Hamasê biryar girtiye.

Wê da zanîn ku rêxistin dê li gor qanûna terorîzmê were qedexekirin û her kesê ku piştgirîya Hamasê bike, ala wê hilde yan jî bo rêxistinê civînan saz bike ewê qanûnê binpê bike.

Tê çaverê kirin ku Patel hefteya pêş vê guherînê pêşkêşî parlamentoyê bike.

Hamas ku navê wê temamî 'Tevgera Berxwedana Îslamî' ye - xwedî baskên sîyasî û leşkerî ye û di 1987'an de hatiye damezrandin.

Rexistin, dijî hebûna Îsraîlê û danûstandinên aştîyê ye, ew dijî dagirkerîya Îsraîlê ya li herêmên Filistînê, berevanîya "berxwedana çekdarî" dike.

Brîtanya heya niha tenê baskê Hamasê yê leşkerî - Tugayên Îzzeddîn el-Qassam- qedexe kiribû.

Hamas political official Sami Abu Zuhri said Britain's move showed "absolute bias toward the Israeli occupation and is a submission to Israeli blackmail and dictations."

Karbidestê siyasî yê Hamasê Samî Ebû Zuhrî got ku ev gava Brîtanyayê "bo dagirkerîya Îsraîlê alîkarîya nîşan dide û teslîmbûna şantaj û dîktatorên Îsraîlê ye."

Hevdem, Hamasê bi daxuyanîyeke cûda ragihand ku "dijî dagirkerîyê berxwedana bi hemû rê û rêbazên berdest, tevî berxwedana çekdarî jî, jibo gelên di bin dagirkerîyê de ne , wek hiqûqa navneteweyî de hatiye ragihandin mafek e."

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett peşwazîya biryarê kir û ser Twitterê wiha got: "Hamas rasterast rêxistineke terore ye,'baskê siyasî' derfeta xebata leşkerî dide."

XS
SM
MD
LG