Wezîrê Veguhastinê yê Brîtanî Grant Shapps îro Înê ragihand ku hikûmet ji hemwelatîyan dixwaze ku herin cîhê xebatê û vegerin ser karên xwe ku ekonomîya welêt bikaribe ji sistbûnê derkeve.
“Peyama me ya serekî zelal e: em ji hgel re dibêjin ku niha ewle ye ku vegerin ser kar,” Shapps ji radyoya LBC re got.
Li ber e Serokwrzîêr Boris Johnson dest bi kempeyneke nû bike ku tê de behsa warên pozîtîf yên vegera cîhê kar bike û ji gel bixwaze ku êdî bizivirin cîhên xebatê.
Saxîya ramyarî ya bi navê Centre for Cities ragiahand ku heta destpêka Tebaxê tenê % 17 karkerên Brîtanî zivirîne ser karên xwe.