Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Londonê Bi Hezaran Kes Qedexeyên COVID-19 Protesto Dikin


Dîmenek ji protestoyên dijî qedexeyên COVID-19 li London (Arşîv)
Dîmenek ji protestoyên dijî qedexeyên COVID-19 li London (Arşîv)

Li Brîtanya bi hezaran kes îro Şemiyê li meydana Trafalgar ya Londonê kom bûn da ku tedbîr, qedexe û rêgezên dûrahîya civakî yên bo rawestandina belavbûna nexweşîya COVID-19'ê hatine ragihandin, protesto bikin.

Polîsan xwepêşander hişyar kirin ku pîvanên dûrahîya civakî bişopînin û ragihandin ku berîya destpêka protestoyê bo da zanîna pîvanên tedbîran ewê polîs bi mirovan re biaxifin û herwiha heke çalakvan regezan bicîh neynin, dê midaxale bikin.

Dema ku xwepêşandan dest pê kir, polîs li kêlekên qelebalixa girse xuya kirin lê bi xwepêşanderan re rû bi rû neman, ku piranîya wan mask li xwe nekiribûn.

Xwepêşandandi heman dema ku Parlamento ya Brîtanî xwe amade dikir ku qanûna COVID-19 binirxîne û hikûmet jibo kontrolkirina nexweşîyê qedexeyên nû ragihîne, hat darxistin.

Hinek qanûndaneran jiber pêkanîna rêgezên tedbîr û qedexeyan bê erêkirina parlamentoyê, hikûmet rexne dikin.

Herwiha heftaya borî jî li heman meydana navdar de heman protesteyeke hatibû, darxistin û bi hezaran mirov civyabûn.

Polîsên bajar ragihandin ku di wê bûyerê de komeke piçûk ya xwepêşanderan tundî karanîne û gelek polis birîndar bûne.

Brîtanya di nava welatên Ewropa de, bi 42.000 mirinên jiber COVID-19 xwedîyê rêjeya herî xirab ya bilind e. Di hefteyên dawî de bûyerên nû, hejmera peketîyên li nexweşxaneyan û hejmerên mirinan her diçe zêde dibe.


XS
SM
MD
LG