Wezareta Berevanîyê ya Brîtanya îro Duşemê ragihand ku berdewamîya dorpêçkirina Mariupolê, hêzên Rûsî sînordar dike û pêşveçûna wan ya bo êrîşa ser rojhilata Ukrayna hêdî dike.
Aartêşa Brîtanya di nûvekirineke îstixbaratî ya rojane de îro got ku berxwedana hevgirtî ya Ukraynîyan zorê dide hêzên Rûsî.
"Rûs di warê leşker û çekan de rûbirûyê astengîyan dimînin û berxwedana Ukranîyan heta niha pêşveçûna Rûsan ya li heremên din hêdî kiriye."
Artşêşê da zanîn ku li Mariupol ya bendera Derya Azov "herêmên mezin yên binesazîyê hatine rûxandin û gelek qurbanîyên sivîl hene ku ji çend hefteyan vir ve bin êrîşên Rûsan in.
Brîtanya hêzên Rûsî tawanbar dike ku heman taktîkên şer yên dijî herêmên sivîl li Çeçenistan û Sûrîyê xebitandine, li Ukrayna jî bi kar tîne.
Artêşa Brîtanî bi bîr xist ku Rûsya di destpêka êrîşa xwe de îdia kiribû ku ewê ne êrîşî bajaran bike, ne jî bi êrîşan gefan li ser gelê Ukraynî bike.