Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Bo Vaksîna COVID-19 ya Pfizer-BioNTech Hişyarî Dide


Vaksîna COVID-19 ya Pfizer-BioNTech
Vaksîna COVID-19 ya Pfizer-BioNTech

Sazîya dermanên Brîtanya îro Çarşemê peşnîyar kir ku kesên xwedîyê alerjîyên girîng in, bila ji vaksîna COVID-19 ya Pfizer-BioNTech dûr xwe ragirin.

Li Brîtanya pîştî ku doh vaksînkirina vîrusa korona dest pê kir, du kesan bertekên neyînî yên giran ragihandin.

Berpirsê Saxlemî ya Neteweyî Stephen Powis ragihand ku piştî du xebatkarên NHS'ê de bertekên anafîlaktoîd yên bi vaksînkirinê re têkildar in hatîye dîtin, ew pêşnîyarên nû didin û Powis got "Herdu jî baş dibin."

Ajansa Revêbirîya Hilberînên Derman û Saxlemî ya Brîtanya (MHRA) ragihand ku ewê jibo hişyarbûn agahdariyên lêpirsinê bidin. Pfizer û BioNTech gotin ku ew piştgirîya lêpirsîna MHRA dikin.

Berpirsê Giştî yê MHRA June Raine ji parlamenteran re got "Şeva borî, me li du raporên bûyerên bi bertekên alerjîk lêkolîn kir. Em ji têstên klînîkî yên pir berfireh dizanin ku ev ne taybetmendiyek bû."

Hefteya borî MHRA, li cîhanê cara yekê vaksîna COVID -19 ya ku ji alîyê kompanîyên BioNTech û Pfizer ve hatibûn peyda kirin, pejirand.




XS
SM
MD
LG