Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brîtanya Qedexeya Giştî ya Dijî COVID-19 Îro Destpê Dike


Dîmenek ji dema vîrusa korona ya li Brîtanya
Dîmenek ji dema vîrusa korona ya li Brîtanya

Brîtanya îro Sêşemê bi ragihandina qedexeya derketina derve fermana dest bi girtina xweya sêyan ya COVID-19 kir.

Hikûmetê berî ku vaksînkirina gîştî rewşa jiber vîrusa korona biguherîne bo hewldana sereke ya dawî ya neteweyî bang li hemwelatîyên xwe kir.

Serokwezîr Boris Johnson roja Duşemê dereng girtina gîştî ya nû ragihand.

Johnson got ku cûreya nû ya vîrusa korona ya ku cara yekê li Brîtanya hatibû dîtin pir zû belav dibe ku sazîya Xizmetên Saxlemîya Neteweyî (NHS) di nav 21 rojan de rûbirûyê xeterîya hilweşandinê mabû.

Brîtanya di nav welatên ku jiber COVID-19 herî xirab hatîye bandor kirin e.

Welat, bi rêza duyan ya hejmara mirinên herî bilind ya li Ewrupa û aborîya herî xirab ya di nava koma 7 welatên pêşkeftî (G-7) ya di pêla yekê ya pandemîyê ya di bihara borî de êşa herî giran kişandiye.

Li Îngîltere tenê nezî 27.000 mirov jiber COVID – 19 di nexweşxaneyan têne derman kirin ku ev ji % 40 zêdetirî dema destpêka vîrusê ya pêla yekê ye.

Hevdem, bi hêjmarên pêketinên nû ya piştî civînên bo sersalê tê pêşbîn kirin ku rêjeya bûyeran hîn pirtir bilind be.

Ji destpêka pandemîyê vir ve, li gor pêzanînên fermî, di nava piştî 28 rojên testkirina erênî ya vîrusa korona de li Brîtanya bi gîştî zêdetirî 75,000 kes mirinin.

Li gor tedbîr û qedexeyên nû yên dijî korona, li Îngîltere piranîya dibistanan girtî nin, divê pêkan be hemkwelatî ji malê bixebitin û herwiha tevahîya otel û firoşgehên ne bingeh girtî nin.

XS
SM
MD
LG