Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brîtanya Rekora Nû ya Pêketinên Rojane ya COVID–19 Hat Tomar Kirin


Brîtanya ji dawîya meha Hezîranê vir ve, cara yekê ku di rojekê de pirtir ji 1.000 pêketinên nû yên vîrusa korona tomar kirin.

Li gor pêzanînên hikûmetê di nav 24 saetan de, heya 9'ê serê sibaha îro Yekşemê, 1.062 bûyerên nû yên COVID-19 hatiye ragihand.

Cara dawî hejmara zêdetirîn ya ji bilindtirê 1.000'ê, di 26'ê Hezîranê de hatibû ragihand.

Li Brîtanya ji dest pêka rakirina tedbîr û qedexeyên dijî belavbûna vîrusa korona ya ji nivê Hezîranê vir ve, rêje ya bûyerên vîrusê hêdî hêdî bilind dibe.

Hikûmetê qonaxa duya ya jinûve vebûnê, ya ku ewê 1'ê Tebaxê de dest pê kiriba, herî kêm bo du hefteyan paşve xist.

Hejmara pêketîyên vîrusê ku li nexweşxaneya nin û hejmara kuştinên rojane her diçe kêmtir dibe.

Îro roja Yekşemê 8 kuştinên nû yên jiber COVID-19 hatin ragihandin.

Hejmara fermî ya Brîtanya ya mirina bi sedema vîrusa korona gehiştîye 46,574 kesan ku, li Ewrupa herî zêde ye.

XS
SM
MD
LG