Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Brîtanya Bo Vekirina Dibistanan Di Bin Zexteke Mezin De Ye


Di peyvajoya COVID-19'de dibistanake li London (Arşîv)
Di peyvajoya COVID-19'de dibistanake li London (Arşîv)

Hikûmeta Brîtanya jiber planên vekirina piranîya dibistanên seretayî yên li Îngîlterayê di bin zextek mezin de ye.

Sendîkayên yekîtîya mamosteyan jibo nûvevekirina dibistinan ji hikûmetê belgeyên ewlehîyê dixwazin û ji endamên xwe re dibêjin ew ne mecbûrin ku di hawîrdorek ne ewle de bixebitin.

Hikûmetê di destpêka vê heftê yê de, ragihandibû ku ewê dibistanên seretayî wekî ku hatibû plankirin di 4'ê Çile de vebin.

Hevdem, dema destpêkirina dema bo zarokên dibistana navîn dê 11'ê Çile be û herwiha jibo xwendavanên din yên mayî, ewê18'ê Çile bibe.

Komeleya Neteweyî ya Mamosteyên Sereke ku sendîqaya herî mezin ya mamosteyan ya Îngîlterayê ye, îro Şemîyê dîyar kir ku wan handerîya parêzeran kir ku serî li hikûmetê bixin û ji hikûmetê daxwaz bikin ku pêzanînên li pişt biryara wê ya nûvekirina dibistanan eşkere bike.

Yekîtîya Perwerdehîya Neteweyî bang li hikûmetê kir ku perwerdehîya li ser înternetê li hemî dibistanên seretayî yên Îngîlterayê jibo çend hefteyên pêşîn yên vê mehê bidomîne.

Di heman demê de Yekîtîyê şîret li endamên xwe kiriye ku mafê wanê qanûnî heye ku jîngehek ne ewle de kar nekin.

Hikûmeta Serokwezîr Boris Johnson jiber ku di pêvajoya pandemîyê de gelek caran planan diguherîne tê rexne kirin, tevî derengxistina girtina giştî ya pêla yekê ya vîrusa korona ya Adarê de û terikandina sîstema notên dibistanê bê ezmûn.

Di destpêka vê heftê de, wezîrê perwerdehîyê Gavin Williamson bo nûvekirina dibistinan ji parlamentoyê re daxuyanîyeke lezgîn pêşkeş kir û got ku piranîya dibistanên seretayî yên li Îngilterê dê roja Duşemê wekî ku hatibû plankirin vebe.

Lê çend roj şûnda, wezîr Williamson ragihand ku hemî dibistanên seretayî yên Londonê dê di hefteyên pêşîn yên Çileyê de girtî bimînin.

XS
SM
MD
LG