Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Burmayê bi Dehan Serhilda Hatine Kuştin


Medyaya dewletî ya Burmayî îro Înîyê dibêje, di şerê giran de 29 serhildayên nîjadî û 2 leşkerên hikûmetê hefteya borî li eyaleta Kachin hatine kuştin.

Rojnameya New Light of Myanmar ya dewletê dinivîse ku pevçûn di 27’ê Nîsanê de destpê bûn, dema hêzên ewlekarîyê bersîva êrîşên Artêşa Serxwebûna Kachin (KIA) ya hember xaleke parastinê ya leşkeran da.

Rojnamê got, 1 endamê Artêşa Serxwebûna Kachin bi saxî hate girtin û hêzên artêşê berdewam lêgerîna xwe didomînin ku endamên din yên serhildayan bigirin.

Berdevkekî Rêxistina Serxwebûna Kachin yê bi navê Lonan ji Pişka Murmayî ya Dengê Amerîka re piştrast kir ku şer û pevçûn qewimîne. Wî li ser kuştîyan ti agahdarî nedna, lê da zanîn ku her du alî zîyanên mezin dane.

Heman jêder her wiha ragihand ku hêzên hikûmetê ber bi navenda giştî ya Artêşa Serxwebûna Kachin’ê ve nêzêk dibin ku li ser sînora Burma û Çîn’ê ye.

XS
SM
MD
LG