Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê CENTCOMê li Îsraîl û Libnanê bi Rêberên Payebilind re Civiya

Serdana General Brad Cooper ya Libnan û Îsraîlê
Serdana General Brad Cooper ya Libnan û Îsraîlê

Di çarçoveya gera xwe ya berdewam a Rojhilata Navîn de, Admîral Brad Cooper, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM)ê, roja Duşemê 29ê Hezîranê bi rêberên sivîl û leşkerî yên payebilind li Îsraîl û Libnanê re civiya.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê ku di platforma xwe ya X'ê de weşandî dibêje, "Cooper dema ku li Libnanê bû bi Serok Joseph Aoun û Fermandarê Hêzên Çekdar ên Libnanê, General Rodolphe Heykal, re civîn pêk anîn."

Di van civînan de aliyan li ser gavên pêşerojê ji bo pêkanîna peymana çarçoveyek dîrokî ya ku roja Înê li Washington, D.C. hatibû îmzekirin, gotûbêj kirin.

Di serdana xwe ya Îsraîlê de jî, Admîral Cooper bi leşkerên Amerîkî yên li herêmê bicihkirî re civiya û ji bo beşdariyên wan di mîsyonên leşkerî de pesna kar û şiyanên wan de û erkê wan bilind nirxand. Wî bal kişand ser rola hêzên Amerîkî di piştgirîkirina ewlehî û aramiya herêmê de.

CENTCOM di daxuyaniya xwe de got ku niha zêdetirî 50 hezar endamên Hêzên Leşkerê Amerîkayê li cihên cuda yên Rojhilata Navîn kar dikin û beşdarî mîsyonên ewlehî û parastinê ne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG