Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Baranên Boş de bi Dehan Kes li Brezîlya Mirin


Karbidestên Brezîlya îro Înê radigihînin ku baranên boş li eyaleta Rio Grande de Sul ya li başêrê welêt 31 kes kuştine.

Ew karbidest dîyar dikin ku bi dehan kes hinda ne û çaverê ye hejmara kuştîyan zêdetir bibe.

Berevanîya Sîvîl ya Rio Grande do Sul dide zanîn ku baranên baş li nîvê 497 bajarên wê barîne.

Li gor ragihandina wê berevanîyê pirtir ji 70 kes hinda ne û 17,000 kes jî neçar mane ku ji warên xwe derkevin.

Sûkên gelek bajarên herêmên av wekî ya çeman diherike û rê û pir hilweşîne.

Karbidestên herêmê ser rîska hilweşîna bendavan banga hişyarî dikin.

Walîyê Rio Grande do Sul Eduardo Leite dîyar kir ku ew felaketa herî mezin e ku heta niha hatiye ser herêmê.

Karbidest dibêjin ku ku ew nikarin herin hin herêman û dibe ku hejmara mirîyan bilindtir bibe.

Serokê Brezîlya Luiz Inacio Lula da Silva jî jibo danûstandinên ser felaketê serdana herêmê kir.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG