Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brazîl Dibêje, Divê Amerîka Dev Ji “Handana Şer “Li Ukraynayê Berde


Serokê Brazîlê Luiz Inacio Lula da Silva û serokê Çînê Xi Jinping li Pekînê
Serokê Brazîlê Luiz Inacio Lula da Silva û serokê Çînê Xi Jinping li Pekînê

Serokê Brazîlê îro Şemiyê got ku divê Amerîka"handana şer" li Ukraynayê rawestîne, di demekê de ku wî serdaneke dewletê ya Çînê bi dawî anî û tê de têkiliyên aborî bi hevkara sereke yê bazirganiya welatê xwe re xurt kir.

Luiz Inacio Lula da Silva gera xwe bikar anî da ku peyama "Brazîl vegeriya" wekî lîstikvaneka sereke li ser qada cîhanî ragihîne, û hişyarî da ku kûrbûna têkiliyên welatê Amerîkaya Başûr bi Çînê re ne cihê gotûbêjan e.

Lula roja Şemiyê ji bo serdaneke fermî ya rojekê ber bi Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî çû û dê bi hevtayê xwe Şêx Mihemed Bin Zayid Al-Nehyan re bicive.

Di dema gera Çînê de, rêberê çepgir bi tundî rexne li hêza dolarê Amerîkî û Sindoqa Dravan a Navnetewî (IMF) kir, û bi nûnerên kompaniya teknolojiyê ya Çînî Huawei re, ku bi awayekî pratîkî ji bazara Amerîkî hatîye dûrxistin, civiya.

Lula li Pekînê ji rojnamevanan re got: "Divê Amerîka dev ji handana şer berde û dest bi axaftina aştiyê bike. Divê Yekîtiya Ewropayê dest bi axaftina aştiyê bike."

Berî ku biçe Îmaratê, wî got ku “bi vî awayî, civaka navdewletî dê karibe serokê Rûsyayê Vladimir Putin û serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky "razî bike" ku "aştî di berjewendiya tevahiya cîhanê de ye."

Lula, ku di meha Çile de vegeriya ser desthilatê piştî du dewreyên di navbera 2003 û 2010 de, roja Îniyê bi hevtayê xwe yê Çînî Xi Jinping re hevdîtin kir.

Serokan bang li welatên pêşkeftî kir ku soza xwe ya ji bo dayîna 100 milyar dolarî salane bidin welatên herî xizan da ku li dijî bandorên guherîna keşûhewayê şer bikin.

Berevajî hêzên rojavayî, ne Çîn û ne jî Brazîlê ji ber êrîşa Rûsyayê ya di Sibata 2022an de ji dor Ukraynayê ceza li Moskowê sepand.

Herdu jî hewl didin ku xwe wekî navbeynkar bi cih bînin da ku aştiya di pevçûnê de, ku hîn jî li rojhilatê Ukraynayê diqewime, bi dest bixin.

Beriya seferê, Lula pêşniyar kiribû ku komeke welatan ji bo navbeynkariyê di şer de bikin, û got ku ew ê vê yekê li Pekînê biaxive.

Li ser pêşkeftina vê destpêşxeriya piştî axaftina xwe bi Xi re, Lula hûrgulî neda.

Wî got, "Girîng e ku sebir hebe" ji bo bi Pûtîn û Zelensky re biaxivin…Lê berî her tiştî, pêwîst e welatên ku çekan didin, şer han didin, razî bibin ku rawestin."

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG