Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind yê Brezîlî Walîyê Paytext Rocha bo 90 Rojan ji Kar Dûr Xist


Dadgeha Bilind ya Brezîlya şeva Yekşemê walîyê paytext Brasilia, Ibaneis Rocha jiber kêmahîyên ewlehîyê jibo 90 rojan ji kar dûr xist, piştî ku bi hezaran piştgirên serokê berê Jair Bolsonaro êrîşên avahîyên hikûmetê kirin.

Dadwerê Dadgeha Bilind Alexandre de Moraesherwiha ferman da platformên medyaya civakî Facebook, Twitter û TikTok ku propagandaya darbeyê neweşînin.

Bi deh hezaran piştgirên Bolsonaro yê rastgir do Yekşemê êrîşî Dadgeha Bilind, Kongresa Brezîlî û qesira seroktîyê kirin, camên wan avahîyan şikandin, karên hunerî wêran kirin.

Xwenîşanderan herwiha dest danîn ser çekên li avahîya ewlehîyê ya seroktîyê û û kopîya orjînal ya Qanûna Bingehîn ya 1988an jî dizîn.

Serokê çepgir Lula got ku hêzên polîsê yên herêmî yên girêdayî Rocha, ku hevalbendê berê yê Bolsonaro ye, jibo sekinandina xwepêşanderan tiştek nekirine.

Lula biryara destwerdana federalî ya ewlehîya giştî li paytextê da û soz da ku rêberên serokên êrîşan wê bi cezayên mînakî werin darizandin ku armanca wan provokekirina derbeyek leşkerî bû ku Bolsonaro vegerîne ser desthilatê.

Serokê berê Bolsonaro bi berdewamî îdia dikir ku di hilbijartinê de hîle û sextekarî hatine kirin. Wî do got ku xwepêşandan aştîyane û demokratîk bûn, lê nerazîbûna xwe ser dagirkirina avahîyên hikûmetê dîyar kir.

XS
SM
MD
LG