Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brezîlya Şîna Şewata Muzexaneya 200 Salî Digire


Li muzexaneya herî kevin ya Brezîlya şewateke mezin çêbû û zararên mezin li hin berheman çêbûn.

Karbidestên agirkujîyê dîyar dikin ku beşeke agir hatiye kontrol kirin.

Di muzexaneya 200 salî de bi qasî 20 mîlyon berhem hebûn.

Serokomarê Brezîlya Michel Temer dîyar kir ku şewatê zarareke mezin çêkiriye û jimareke berhemên nirxdar bûne xwelî.

"Jibo Brezîlya rojeke trajîk e. Xebatên 200 sal, agahî û vekolîn hinda bûn,"’ Temer got.

Wezîrê Çandê yê Brezîlya Sergio Sa Leito jî ji Twitterê da zanîn ku şewatê zarareke mezin çêkiriye. Wî got ku seranserê welatê wî ji wê şewatê êş dikişîne.

Ji alîyê din ve, berdevkê agirkujan dîyar kir ku bi alîkarîya xebatkarên muxexanê hin berhem ji avahîyê hatine derxistin.

XS
SM
MD
LG