Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hisên Şahîn: Çalakiyên Revenda Kurdî Li Diyaspora Bikêrhatîne Bo Raya Navnetewî


Revenda kurdî li Berlînê xwepêşandanek lidar xist, di derbarî bûyerên dawî li herêmên kurdî li Sûriyê, li dijî êrîşên artîşa Tirkiyê û alîgirên wê ji çekdarên reikberiya sûrî li ser bajarê Girê Sipî û gundewarên Kobanê û Efrînê.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Hisên Şahîn re kir, berpirsê revenda kurdî li Berlînê.

Di gotina xwe de birêz Hisên anî ziman, ku mebesta xwepêşandanê ji bo balkişandina raya giştî ya gel û hikûmeta Elmanî ye li ser rewşa Rojavayê kurdistanê ye û bûyerên dawî ku lê dibin.

Her wiha jî, ew li ser karîn û bikêrhatina xwepêşandanên bi vî rengî li nav revenda kurdî li diyaspora dibêje: "Divê ku revenda kurdî bê deng nemîne, û çalakiyên xwe berdewam bike, jiber ku ew bikêrhatîne û bala raya navnetewî dikşînin ser rewşa heyî li Kurdistanê. "

Hevpeyvîna Hisên Sahîn-11-10-2018-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:55 0:00

XS
SM
MD
LG