Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brîtanya Alozîya Brexitê Berdewam Dike


Parlamentoya Brîtanya daxwaza Serokwezîr Boris Johnson ya bo hilbijartinên pêşwext di 12ê Kanûnê de bo çareserkirina pirsgireka Brexitê red kir.

Partîyên opozîsyonê dazanîn ku, ew dixwazin biçin hilbijartinê, lê ew, hilbijartinek di bin şert û mercên serokwezîr de tercîh nakin.

Dengdana parlamentoyê, piştî biryara Yekîtîya Ewrupî (YE) ya dîroka Brexîtê bo sê mehan paş bixe, pêk hat.

Tê payîn kirin ku serokwezîr Johnson, iro roja Seşemîyê carek din, peşnîyara qanûnek nû ya bo hilbijartînên pêşwext 12ê Berfenbarê bîne rojeva parlementoyê. Piranîya hesên ya parlementoyê pêwîste.

Rêberê Partîya Karkeran Jeremy Corbyn dibêje şertê wan ya bo ku îhtîmala Brexîtek bê peyman ji hole ranebûye bo vê jî ewê piştvanîya hilbijartinêk pêşwext nekin.

Qanûndaner hîn jî dikarin li ser qanûna serokwezir Johnson guhertinên bingehîn bikin. Partîyên opozîsyonê li ser roja hilbijartinê û mafê dengdanê bo hemwelatîyên domdar ya Yekîtîya Ewrupî nîqaşan dikin.

Heke ti partî jî piranîyê bi dest nexin, ewê pirsgreka Brexîtê bidome.

XS
SM
MD
LG