Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Jêrîn ya Parlamena Brîtanî, Peymana jibo Brexîtê Pejirand


Civata Jêrîn ya Parlamena Brîtanî, peymana ser derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE) pejirand.

Peymana ku li hember 231 dengan bi 330 dengan hat qebûl kirin û di hefteya pêş de li Civata Jorîn ya parlamenê jî were dîtin. Ger peyman ji wê civatê derbas bibe jibo bibe yasa divê Qralîçe Elîzabeth jî erê bike.

Civata Jorîn ku di naveroka peymanê de guhertinan çêke, divê bi halê guhertî carek din li civata jêrîn ya parlamenê de bê dîtin û erêkirin. Herwiha dîsa li Civata Jorîn jî bi dengê zêde bêq ebûl kirin.

Peymana ku li Civata Jêrîn hat qebûl kirin, jibo prosa 11 mehan ya derketina ji Ewrûpa herwisa jibo parastina mafê welatîyên endamên ewrûpa û peymana yekitîya gimrûkê ye.

Brîtanya di 31ê Çileyê de ji Ewrûpa dertê.

XS
SM
MD
LG