Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîra Brîtanya Dibêje di Dawîya Adarê de Peyvajoya Brexitê Destpê Dike


Li Londonê ji meşeke li dijî Brexitê
Li Londonê ji meşeke li dijî Brexitê

Serokwezîra Brîtanya Theresa May, piştî civata jorîn ya wî welatî, bernivîsa qanûna derketina ji Yekitiya Ewrupa (YE), ku bi navê Brexit tê zanîn, pejirand li parlamentoyê axaftineke kurt kir.

May ser peyvajoya derketina ji YE got ku ewê di dawîya vê mehê de dest bi xebatên veqetînê bikin û ewê wê çaxê jî ji parlamento bîragiştî agahdar bike.

Wezîrê Brexitê David Davis dîyar kir ku ew li destpêka danûsitandinên herî girîng yên nifşê wî ne.

Bernivîsa jibo derketina ji YE, di nava vê hefteyê de piştî pejirandina Qralîçe Elîzabeth dê bibe qanûn.

Veqetîna ji YE, di xala 50’an ya Peymana Lîzbonê de hatiye nîvîsîn.

May, dê di dawîya Adarê de bi awayekî fermî ji Brukselê re daxwaza veqetînê ragihîne û peyvajoyê bide destpê kirin.

Di meha Nîsanê de Serokê Konseya Ewrupa Donald Tusk, di hilcivîneke 27 serokên welatên Yekitiya Ewrupa de, ewê daxwaz ji wan bike ku jibo danûstandinên bi Brîtanya raye bidin konseyê.

Li ber e ku danûsitandin di meha Nîsan yan Gulanê de destpê bikin.

Li gor xala 50’an ya Peymana Lîzbonê, dema veqetînê 2 sal e û ku hewce be 1 sal jî tê dirêj kirin, lê hin pispor dibêjin ku danûstandinên jibo Brîtanya ewê bi qasî 5 sal, tew belkî 10 sal jî dom bike.

Piştî danûsitandinan, xencî Brîtanya, divê herî kêm 72 ji sedê, yanî li gor rêjeya nifûsê jî 65 ji sedê 27 welatên YE peymanê bipejirînin ku paşê jî pejirandina Parlamentoya Ewrupa şert e.

Dema danûstiandin dom dikin, Brîtinya biryara veqetînê şûnde vekişîne û wek endamtîya xwe ya YE bidomîne.

XS
SM
MD
LG