Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brexit Heta Dawîya Cotmehê Hat Taloq Kirin


Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) Donald Tusk dîyar kir ku rêberên YE’ê û Brîtanya li hev kiriye ku Brexit heta 31’ê Cotmehê were taloq kirin.

Rêberên 27 dewletên YE’ê piştî hilcivîna demûdest ya ku bi qasî 5 saetan dom kir, li hev kirin.

Tusk da zanîn ku taloqkirin ‘’nerm’’ e û ew dê meha Hezîranê de careke din biryara taloqkirinê binirxînin.

Wî bang li Brîtanya kir ku di vê pêyvajoyê de bi awayekî berfireh ser Brexitê bifikirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, hilbijartinên Parlamantoya Ewrupa dê di navbera 23 û 26’ê Gulanê de li dar kevin û bi vî awayî Brîtanya dikare beşdarî wan hilbijartinan bibe.

XS
SM
MD
LG