Hikûmeta Brîtanya da zanîn ku jibo veqetîna ji Yekîtîya Ewrupa (YE) ewê bi dawîya vê mehê re dest bi karên fermî bike.
Serokwezîra Brîtanya Theresa May, dê di 29’ê Adarê de jibo veqetîna ku bi navê Brexit tê zanîn daxwaza fermî ragihîne.
Danûsitandin dê li gor xala 50’an ya Peymana Lîzbonê pêk werin ku li ber e ku nêzî du sal dom bikin. YE û Brîtanya dê ser peywendîyên piştî veqetînê hevdîtinan bikin.
Heta 4-6 hefteyan ewê li Brukselê jibo Brexitê hilcivîneke awarte were li dar xistin.
Berdevkê Komîsyona Ewrupa Margaritis Schinas dîyar kir ew jibo danûsitandinan amade ne.
‘’Berê jibo vê biryarê em hatin agahdar kirin. Em li benda nameya fermî bûn. Niha, em dizanin ku ewê name di 29’ê Adarê de were. Li hêla me her tişt amade ye’’ Schinas got.
Piştî biryara derketina ji bazara hevpar ya YE, sazîyên fînansê yên ku navendên wê li Londonê ne dibe ku ji neçarî ji Brîtanya derkevin. Ji aliyê din ve, jiber ku dê jibo firotana ji welatên YE re baca zêde were sitandin, sektora wesayîtan jî bi fikar rojeva Brexitê dişopîne.
Brîtanya ji Brukselê re Nameya Veqetîna ji YE Dişîne
