Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamên Partîya Brexitê Sirûda Ewrupa Protesto Kirin


Civata Giştî ya Parlamantoya Ewrupa piştî hilbijartinên meha Gulanê cara pêşî kom bû.

29 endamên ji Partîya Brexit ya Brîtanya dema sirûda Ewrupa dihat xwendin pişta xwe dan civatê.

Partîya Brexitê di hilbijartinên Parlmantoya Ewrupa de li Brîtanya 31 ji sedê dengan sitandibû û bûbû partîya yekê.

Yek ji endamên Parlamantoya Ewrupa Paul Nutall dîyar kir ku ti rêza wan bo ala Yekîtîya Ewrupa û sirûda wê tune û jiber wê wan pişta xwe daye civatê.

Hin endamên ji Partîya Konservatîf û Partîya Karkeran ser protestoya Partîya Brexitê bertek nîşan dan dan.

Endamên Partîya Demokrat û Lîberal bi tîşortên zer yên ku li ser wan ‘’Brexit Bêwate Ye’’ hatibû nivîsîn beşdarî rûniştinê bûn.

XS
SM
MD
LG