Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Ger Brexit Were Pejirandin Theresa May Dê Karvekişîna Xwe Ragihîne


.

Reutersê ji zarê parlamanterekî Partîya Konservatîf ragihand ku ger peymana Brexitê were pejirandin Serokwezîra Brîtanya Theresa May dê karvekişîna xwe ragihîne.

Brexit berê du caran li parlamantoyê hatibû red kirin û li ber e ku dengdana nû roja Înê li dar keve.

Parlamanterekî ku nexwest navê wî eşkere bibe got ku ‘’Ger peyman were pejirandin May dê here’’

Pisporên sîyaseta Brîtanya didin zanîn ku May bi vî awayî dixwaze ku piştgirîya kesên dijî peymanê bistîne.

Parlamanterekî jî da zanîn ku May bo karvekişînê ti dem negotiye, lê wê nîşan daye ku ewê zû karvekişîna xwe ragihîne.

XS
SM
MD
LG