Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îngilizên li Welatên YE Dijîn ji Bandora Neyênî ya Brexit'ê Ditirsin


Îngilizekî li dijî derketina ji YE
Îngilizekî li dijî derketina ji YE

Reuters'ê îro Çarşemê ragihand ku li gor raporteke nû, piranîya Îngilizên ku li welatên Yekitîya Ewrupa (YE) dijîn, ditirsin ku jiber Brexit’ê mafên wan werin binpê kirin.

Raport ji alîyê Partîya Demokrat ya Lîberal ya Îngiliz hat amade kirin ku wê da zanîn jibo lêkolînê bi 5 hezar kesên li welatên YE dijîn re hevdîtin kiriye.

83 ji sedî beşdarên raportê dîyar kir ku jiber bandora neyênî ya Brexit’ê ew ‘’bi fikar’’ in, 3.8 jî got ‘’ewê tiştek neguhere’’

Temenê pirtirê beşdaran di navber 55-74’an de ye û zêdetire wan li Fransa û Îspanya dijîn.

Beşdaran destnîşan kir ku ew jiber mafên wek azadîya ger û geştê, ewlehîya saxlemîyê naxwazin ji YE veqetin.

XS
SM
MD
LG