Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvajoya Fermî ya Brexit'ê Îro Destpê Dike


Serokwezîra Brîtanya Theresa May
Serokwezîra Brîtanya Theresa May

Reuters’ê ragihand ku Serokwezîra Brîtanya Theresa May, îro Çarşemê peyvajoya fermî ya Brexit’ê dide destpê kirin.

May, di nameya ku ji Serokê Konseya Ewrupa Donald Tusk re nivîsandiye de, li ser navê Brîtanya xwest ku li gor xala 50’an ya Peymana Lîzbonê veqetîna ji yekîtîyê destpê bike.

May piştî name îmza kir, li Birmingham’ê di civîneke bi rêvebirên ji Qatarê re axivî.

‘’Jibo Brîtanya plana min ne tenê veqetîna ji Yekîtîya Ewrupa (YE) ye, di heman demê de bi reformên civakî çêkirîna aborîyeke xurt e’’ May got.

Tusk, li ser sosyal medya dîyar kir ku piştî gehiştina nameyê, di 48 demjimêr de ew dê bernivîsa Brexit ji 27 endamên yekîtîyê re bişîne.

Li ber e ku danûsitandinên veqetînê 2 sal bidomin.

Brîtanya ji 1973’an vir ve endamê YE bû ku par bi referanduma Brexitê, biryara veqetîna ji yekîtîyê dabû.

XS
SM
MD
LG