Ajansa Reutersê îro Pêncşemê ragihand ku Brezîlya, piştî Amerîka dibe welatê duyê ku hejmara mirinên ji COVID-19 ji 400 hezarî dibore.
Pisporên saxlemîyê hişyarî didin ku kêmbûna vaksînkirinê û sistkirina tedbîrên pêşîgir rê li ber jinûve zêdebûna belavbna nexweşîyê ye.
Mirinên rojane ji COVID-19 li Brezîlya di meha Nîsanê hatibû xwarê û heta rojê 4,000 mirinan nizim bûbû û gelek bajarvanî dawî li tedbîran anîbûn.
Pisporên nexweşîyên vegir hişyarî didin ku sistkirina tedbîran dikarin bibin sedema mirinên nû.