Karbidestên Brezîlî îro Duşemê ragihand ku di alozîyên nav girtîgehekê de, bi kêmî ve 52 girtî li herêma Para ya Brezîlya hatine kuştin.
Karbidestan dîyar kir ku di bûyera herî dawî ya pevşûnên kujer de, 16 ji girtîyên kuştî hatibûn serjê kirin.
Karbidestan bi berdewamî dîyar kir ku du çeteyên hevrik du nobedarên zindanê dîl girtin û dû re girtin hevdu.
Hejmara kesên girtî yên nav zindanên Brezîlya, di nav 30 salên dawî de hêşt car zêde bûye û niha dora 750,000 kes li nav girtîgehan hene. Brezîlya bi vê hejmara bilind ya zindanîyan, li seranser cîhanê welatê sisêyan e.
Serokê Brezîlya yê rastgerê tund Jair Bolsonaro dibêje ku ewê kontrola ser girtîgehan xirtir bike û gelek zindanên nû veke.
Di tundî û pevçûnên sala 2017’an de, ku sê hefte dom kiribûn, du çeteyên bazirganên madeyên hişbir êrîşî hev kiribûn û 150 girtî hatibûn kuştin.
Di Gulana vê salê de jî 15 girtî li girtîgeha bajarê Manaus kuştî hatibûn dîtin.