Di gera duyê ya hilbijartina seroktîyê ya Brezîlya de, rastgirê tundrê Jair Bolsonaro hat hilbijartin.
Li gor encamên nefermî, Bolsonaro 56 ji sedê dengan sitand û Bajarvanê berê yê Sao Paulo û berbijarê Partîya Karkeran Fernando Haddad derbaz kir. Haddad 44 ji sedê dengan sitand.
Di gera yekê ya hilbijartinê de, ku di 7’ê Cotmehê de pêk hatibû, Bolsanora 49 û Haddad jî 29 ji sedê dengan sitandibûn.
Hin siyasetvanên Brezîlya, Bolsonaro jiber helwestên wî yên sîyasî, bi awayekî aktîf karanîna Twitterê dişibînin Serokê Amerîka Donald Trump û leqeba ‘’Trumpê Tropîk’’ li wî kirine.