Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Brezîlya Bang li Bolsonaro Dike li Gor Tedbîrên Dijî Korona Tevbigere


Dozgerê Brezîlya Renato Coelho Borelli ji serokê wî welatî Jair Bolsonaro xwest ku dijî vîrusa korona maskeyê bide ber rûyê xwe.

Borelli dîyar kir ku Bolsonaro ji qanûnan ne mezintir e û da zanîn ku ger ew wan binpê bike divê 2000 realê Brezîlya (390) dolar ceza bide.

‘’Bolsonaro bo saxlemîya xwe, bo berevanîya saxlemîya kesên li dora wî, divê hemî tedbîrên dijî vîrusa korona bistîne’’ Borelli got.

Bolsonaro jimareke caran bê maske beşdarî çalakîyan bûbû, lê ji Nîsanê vir ve li Brezîlya karanîna maskeyan mecbûrî ye.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Brezîlya pirtir ji 1,100,000 kes bi vîrusa korona ketine û 51 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG