Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Saxlemî ya Brezîlya: Vîrusa Korona di 24 Saetên Dawî de bi Qasî 1200 Kes Kuştin


Wezareta Saxlemî ya Brezîlya dîyar kir ku di 24 saetên dawî de pirtir ji 42,000 kes bi vîrusa korona ketine û 1185 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Bi vî awayî, li Brezîlya hejmara pêketîyan bû 1,2 mîlyon û hejmara kesên jiber vîrusa korona mirine jî bû 53,830.

Serokê Brezîlya Jair Bolsonaro jiber karên xwe yên dema şewba vîrusa korona tê rexne kirin.

Dozgerê Brezîlya Renato Coelho Borelli ji Bolsonaro xwestibû ku dijî vîrusa korona maskeyê bide ber rûyê xwe.

Borelli dîyar kiribû ku Bolsonaro ji qanûnan ne mezintir e û dabû zanîn ku ger ew wan binpê bike divê 2000 realê Brezîlya (390) dolar ceza bide.

Hêjayî bîrxistinê ye, du wezîrên saxlemî yên Brezîlya jiber nelihevkirina bi Bolsonaro re karvekişîna xwe ragihandibûn.

XS
SM
MD
LG