Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brezîlya: Hejmara Mirinên ji Vîrusa Korona Nêzî 600 Hezarî Dibe


Wezareta Saxlemî ya Brezîlya ragihand ku li welêt di 24 saetên dawî de 24,611 kes bi vîrusa korona ketine û 648 kes ji wê nexweşîyê mirine.

Li gor agahîyên Wezareta Saxlemî ya Brezîlya, ji destpêka pandemîyê vir ve 21,308,178 pêketinên vîrusa korona hatine tomar kirin û hejmara mirinên ji wê nexweşîyê jî rabûye 592,964’an.

Brezîlya li cîhanê, bi hejmara pêketîyên vîrusa korona li dû Amerîka û Hîndistanê tê bi mirinan jî li dû Amerîka ye.

Di meha Nîsanê de, ku li Brezîlya mirinên ji vîrusa korona li lûtkeyê bû, her roj bi qasî 3000 kesan canên xwe ji dest didan, lê bi pêşdeçûna karanîna vaksînan, hejmara mirinên rojane li dora 600’î ye.

XS
SM
MD
LG