Berdevkê partîya desthilatê ya Tirkîyê ragihand ku Enqerê jibo beşdarîya li koma BRICS’ê ti gava berbiçav neavêtiye, lê peyvajo didome.
BRICS, ku koma wan dewletan e ku aborîyên wan pêşve diçin, bi Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn, Afrîqaya Başûr, Etopya, Îran, Misir û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî çêbûye.
Bi taybetî Moskow û Pekîn li hember hikûmranîya aborî ya dewletên Rojavayî dixwazin komê mezintir bikin û ger Tirkîye ya endama NATO û berbijara endamtîya Yekîtîya Ewrupa (YE) beşdarî li wê BRICS’ê bike ewê derbeyeke dîplomatîk be.
‘’Serokê me di demên cihê de dîyar kiriye ku Enqere dixwaze bibe endama BRICS’ê. Li ser vê mijrê daxwaza me zelal e. Di vê çarçoveyê de peyvajo didome, lê hîn ti gavê berbiçav tuneye.’’ Berdevkê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk got.
Çelîk dîyar kir ku ger ser endamtîya BRICS’ê tiştekî nû biqewime ewê ragihînin.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan meha Hezîranê di serdana Çînê de li ser pirseke derbarê endamtîya li BRICS’ê gotibû ku ‘’Em dixwazin bêguman, çima em beşdarîyê li wê komê nekin?’’
Rûsya ser gotina Fîdan razîbûna xwe ragihand û dîyar kir ku ewê di hilcivîna pêş ya komê de ser vê mijarê danûstandinê bikin.
Lê, Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek piştre li Londonê gotibû ku Tirkîye naxwaze ji hevbendên xwe yên Rojavayî veqete.
Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê jî meha borî got ku Eqnere wek endamekî NATO li gor berpirsîyên xwe tevdigere.
Jêder: Reuters