Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Dibêje ew Hevpeymanîyekê ji bo Tengava Hormuzê Ava Dikin

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer îro Duşemê ragihand ku welatê wî kombûneke mezin ya navnetewî birêve dibe ji bo çareserkirina girtina tengava Hormuzê û parastina keştîvanîyê li wir.

Keir Starmer li ser platforma X’ê got,”Girtina berdewam a Tengava Hormuzê gelek zîyandar e. Tevgera keştîvanîya gerdûnî pir girîng e ji bo sivikkirina fişarên li ser lêçûnên jiyanê.”

Starmer anî ziman ku “Brîtanya bêhtirî 40 welatên ku armanca me ya vegerandina azadîya keştîvanîyê parve dikin, kom kirine.”

“Vê hefteyê, Brîtanya û Fransa dê ji bo pêşvebirina xebata li ser planeke hevrêz, serbixwe û pirneteweyî ji bo parastina keştîvanîya navneteweyî dema ku pevçûn bi dawî bibin, lûtkeyek hevbeş li dar bixin.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG