Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Brîtanya Serdana Cihê Ku Qanûndanerek Lê Hatibû Kuştin Dike


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Şemiyê serdana Kenîseya ku qanûndanerekî Brîtanî roja Înê lê hatibû kuştin kir û gul li cihê kuştina wî danîn.

Polîs gotibû ku kuştina qanûdaner êrîşeke terorîst e û renge girêdayî tundrewiya Îslamî ye.

Êrîşa li dijî David Amess, ku ji partiya Johnson ya mihafizkar e, tê piştî 5 salan ji kuştina qanûndanerê partiya Kar ya opozisyonê Jo Cox.

Ev kuştin pêdaçûnekê di ewlehiya siyasetmedarên hilbijartî de gur dike.

Amess yê 69 salî roja Înê li rojhilatê Londonê di dema kombûnekê de li gel dengderan, rastî êrîşeke bi kêrê hat.

Polîs kesekî 25 salî li cihê êrîşê girt û got ew bawer dikin ku kesê berguman bi tenê xwe êrîş pêk anîye.

Di daxuyaniyekê de îro Şemiyê polîs got ku vekolînên seretayî diyar dikin ku renge êrîş girêdayî tundrewiya Îslamî be.

Li gel Johnson, wezîrê navxweyî Priti Patel û serkirdeyê partiya kar Keir Starmer jî gul danîn cihê kuştina David Amess.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG