Brîtanya îro Duşemê Rûsya bi êrîşeke ser gemîyeke barbir ya li Derya Reş tawanbar kir.
Li go ragihandina Brîtanya, Ukrayna êrîşa muşekî ya dijî gemîya sîvîl, ku 24’ê Tebaxê li dar ketiye, bi awayekî serketî rawestandiye.
Ukrayna hewil dide gemîyên piştî pûçbûna peymana dexlûdan li bendergeha Odesa asê mane ji wir derxe.
Bi gotinên Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak ji hewildanên Ukrayna vir ve cara pêşî karbidestekî payabilind ser êrişa dijî gemîyan şîroveyekê dike.
Ji Tebaxê vir ve, 4 gemîyên barbir ji Odesa bi rê ketin.
Sunak ji parlamana Brîtanî re dîyar kir ku bi agahîyên îstixbaratî ew dizanin ku artêşa Rêsî 24’ê Tebaxê bi jimareke muşekan êrîş birîye ser gemîyeke sîvîl.
Rûsya meha Tîrmehê ji peymana dexlûdan vekişî û Ukrayna ji wê çaxê vir ve Moskowê bi gefxwarina dijî gemîyên sîvîl yên li Derya Reş tawanbar dike.
Amerîka û Brîtanya hişyarî dabûn ku Rûsya dikare xêncî êrîşên ser navendên dexlûdan, êrîşan bibe ser veguhestina sîvîl.
Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly dîyar kir ku êrîşên wisa raber dikin ku Serokê Rûsya Vladimir Putin çiqas neçar maye.
Cleverly got ku Rûsya bi êrîşên ser gemîyên barbir û binesazîyên Ukrayna zararê dide temamê cîhanê.
Jêder: Reuters