Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya û Îspanya Dê li Fînala Kupaya Cîhana ya Jinan Bilîzin


Brîtanya, Australîa bi skora 3-1 têk bir û giha fînala Kupaya Cîhanê ya Jinan ya FIFA’yê ya 2023’yan.

Golên Brîtanya Ella Toone, Lauren Hemp û Alessia Russo avêtin û gola Australia jî Sam Kerr avêt.

Fînalîstên Kupaya Cîhanê ya Jinan, Brîtanya û Îspanya dê vê Yekşemê maça fînalê bilîzin.

Hem Brîtanya hem jî Îspanya dê cara pêşî li fînala Kupaya Cîhanê ya Jinan ya FIFA’yê bilîze.

Australîa û Swêd jî dê roja Şemîyê jibo dîyarkirina tîma 3’yan ya Kupaya Cîhanê werin hember hevdu.

Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG