Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Brîtanya li dor Mirina Zarokê Jineke Daişê Tê Şermezarkirin


Biryara Brîtanya ya standina nasnameya Brîtanî ji gênceka ku tevlî Daişê bûbû, hate wesifkirin wek lekeyekê li ser wijdana himûmeta Brîtanî, piştî mirina zarokê wê yî sê hefteyî li kampeka penaberan a Sûriyê.

Nasnameya Shamima Begum a Brîtanî meha borî jê hat standin.

Ev zarokê wê yê sêyem e ku dimre, ji dema ew çûyî Sûriyê ve di sala 2015ê de.

Partiya Kar a opozisyonê got bicîhîştina zarokekî bê guneh li kampeka penaberan ji aliyê moralî ve cihê şermezariyê ye.

Payvdara karûbarên navxweyî ya opozisyonê Diane Abbott got trajîdiya mirina zarokê Shamima Begum, lekeyeke li ser wijdana hikûmetê.

Wê got:

“Wezîrê navxweyî di derheqê zarokekî Brîtanî de têkçû û divê ew bersiva gelek pirsan bide.”

XS
SM
MD
LG