Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Hazirîyê Dike ku Koma Wagner Wek Rêxistineke Terorîst Ragihîne


Leşkerên Wagnerê
Leşkerên Wagnerê

Brîtanya jibo zêdekirina zexta li ser Rûsya amadekariyê dike ku koma Wagner ya Rûsî, ku bi pereyan leşkerîyê dike, bixe lîsta rêxistinên terorîst.

Leşkerên Wagnerê bi mehan li Bakhmut ya Donbassê rêberîya şer kir.

Rojnameya Times ji zarê jêderên hikûmetê ragihand ku çaverê ye ku Brîtanya heta çend hefteyan bixe lîsteyê.

Li gor rojnameyê, bi pejirandina bernivîsa dijî Wagnerê dê beşdarîya li civînên wê, teşwîqkirina alîkarîya diravî bo wê û li pêş herkesî li ba xwe gerandina logoya wê dê tawan be.

Brîtanya dê dijî Wagnerê toleyên diravî jî ragihîne ku bi vê tê çaverê kirin ku şiyanên wê ya jibo komkirina pereyan bişikê.

Rojnama The Independent jî, îro Çarşemê ragihand ku Brîtanya ji bo ku zextên li ser Rûsyayê zêde bike, wê Koma Wagner weke rêxistineke terorîst bi nav bike.

Weke Independent dibêje, Ev pêngav di demekê de tê ku serokê çeteyên Rûsyayê Yevgeny Prigozhin îdia kir ku leşkerên Vladimir Putin dest bi revîna ji çeperên xwe yên li Baxmutê kirine.

Prigozhin di vîdyoyekê de gotbû: "Îro yek ji yekîneyên wezareta berevaniyê ji yek ji eniyên me reviya... û bo sedema eşekere kirina eniyê."

Grûpa Wagner dibêje ji ber kêmbûna cebilxane û çekan ew dê ji Bakhmutê vekişin.

Jêder: AFP/The Independent

XS
SM
MD
LG