Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pênc Kes bi Gumana Terorê Nêzîkî Bingeheke Amerîkî li Brîtanyayê Hatin Girtin

Arşîv: Bombeavêja Amerîkaî B52 bli baregeha RAF Fairford in Gloucestershire
Arşîv: Bombeavêja Amerîkaî B52 bli baregeha RAF Fairford in Gloucestershire

Polîsên herêma Gloucestershire'ê ya Brîtanyayê got ku 5 kes li nêzîkî baregeha leşkerî ya RAF Fairford hatine girtin.

Roja Yekşemê, derdora demjimêr 12:45ê serê sibê (bi dema xwecihî), polîsên Gloucestershire bersiv da bangewazîyekê derbarê sê "otombîlên gumanbar" ku ber bi baregeha RAF Fairfordê ve diçûn; ku ew bingeheke Hêza esmanî ya Brîtanyayê ye ku yekîneyên Hêza esmanî ya Amerîkayê jî tê de bi cih bûne û ji alîyê balafirên bombeavêj ên giran ve ji bo lêdana armancên li Îranê tê bikaranîn.

Polîsên dijî terorê yên Brîtanyayê jî ragihandin ku ew 5 kes bi gumana “amadekirina kiryarek teroristî” hatine girtin.

Vicki Evans, cîgirê komîserê alîkar ê polîsên dijî terorê, got ku lêkolîn hîn di qonaxa destpêkê de ne.

Serokê Amerîkayê, Donald Trump derbarê bûyerê axivî û got ku gumanbaran dixwest "zerareke mezin" bidin û ji alîyê rayedarên Brîtanî û yên Amerîkî ve di bin lêpirsînê de ne.

RAF Fairford ji alîyê çend yekîneyên Hêzên Esmanî yên Amerîkayê ve tê bikaranîn, di nav wan de Baskê Piştgirîya Şer 501 jî heye.

Li gorî raportên berê, di Adara borî de serokwezîrê berê yê Brîtanyayê, Keir Starmer, destûr da artêşa Amerîkayê ku ji hin baregehên Brîtanyayê, di nav de RAF Fairford, ji bo erkên bombebaranê yên ku bi şerê li dijî Îranê re têkildar in, bikar bîne.

Starmer di wê demê de gotibû ku bikaranîna baregehan dê ji bo armancên “taybet û sînordar yên parastinê” be û Brîtanya dê rasterast beşdarî êrîşan nebe.

Baregeha RAF Fairford di dema şerê Îraqê de jî, ji alîyê hêzên Amerîkayê û Brîtanya ve hatbû bikaranîn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG