Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Plana Sistkirina Toleyên Ser Sûrîyê Dike


Wezîrê Dewletê yê Brîtanî Stephen Doughty îro Pêncşemê ragihand ku ew plan dikin ku piştî rûxandina Beşar Esad toleyên li ser Sûrîyê sivik bikin.

Doughty dîyar kir ku wê toleyên li ser Sûrîyê di sektorên enerjî, veguhestin û darayî de werin sivik kirin.

"Em van guhertinên di sîyaseta xwe de jibo piştgirîkirina gelê Sûrî û pêşvebirina ewlehî û aramîyê dikin."

Doughty got ku hikûmeta wî bi daxuyanîyeke nivîskî ji parlamentoyê re ragihand ku pêşî parlamenter wê pêşnîyarên li ser mijarê nîqaş bikin.

“Di mehên pêş de emê hin gavan bavêjin ku hin toleyên ser gelê Sûrîyê rakin, lê emê toleyên ser Esad û hevkarên wî bidominin.”

Doughty bal kişand ku hikûmeta wî bi biryar e ku ji Beşar Esad û hevkarên wî ji kiryarên xwe yên dijî gelê Sûrî hesaban bipirse.

“Emê piştrast bikin ku cemidandina samanan û qedexeyên hatinûçûnê yên ser endamên rêjîma berê berdewam bikin," wî got.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG